Akdeniz: Dünya devriminin yeni havzası!

The Mediterranean: new basin of world revolution!

البحر الأبيض: الحوض الجديد للثورة العالمية

مدیترانه: حوزه جدید انقلاب جهانی

Il Mediterraneo: nuovo bacino della rivoluzione mondiale!

Μεσόγειος: Νέα λεκάνη της παγκόσμιας επανάστασης!

Derya Sıpî: Deşta nû a şoreşa cihânê

Միջերկրական ծով: նոր ավազանում համաշխարհային հեղափոխության.

El Mediterráneo: Nueva cuenca de la revolución mundial!

La Méditerranée: nouveau bassin la révolution mondiale!

Mediterrâneo: bacia nova da revolução mundial!

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKŞê: Na, ji dîplomasiya veşartî, înkarkirina pirsgirêka kurd, redkirina çareseriyê, hîmayeya emperyalîzmê û ferzkirina projeya Komara Duyem a paşverû û firehdarîxwaz!

Na, ji dîplomasiya veşartî, înkarkirina pirsgirêka kurd, redkirina çareseriyê, hîmayeya emperyalîzmê û ferzkirina projeya Komara Duyem a paşverû û firehdarxwaz!

Li Rojhilata Navîn tekane çareseriya ji emperyalîzm û siyonîzmê dûr, Federasyona Sosyalîst a Rojavayê Asyayê û Bakurê Afrîkayê, ye!

 

Pêvajoya ku Bahçeli dabû destpêkirin û bi Erdoğan re tê meşandin, bi daxuyaniya Öcalan didome ku tê de bang li PKKê kiribû, ji bo kongre were civandin, çek werin danîn û beyana xwe fesih kirinê were dayîn. Beriya her tiştî, hemû pêvajo bi awayekî veşartî tê meşandin, û encam bi zimanê Çîrokbêj Ezop ji raya giştî re têne ragihandin ku ji hêla hemî aliyan ve dikare bi maneyên curbecur bêne fêhmkirin. Dîplomasiya veşartî ya ku di serî de karkerên tirk û kurd eleqedar dike, divê bi dawî bibe, ev pirsgirêk ji mêj ve de bûye sebeb ku çavkanî werin serûbinkirin, bi milyonan karker, kedkar û gundî zehmetiyên debarê bikişînin û bêhejmar ciwan di ber re jiyana xwe bikin gorî. Berevajî ya ku hêzên cuda  di derfetên cuda  de dibêjin, "dîplomasiya veşartî" hewce ye û mecbûrî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng, ne rast e. Di Şerê Cîhanê (Şerê Cîhanî yê Yekem) de ku yek ji mezintirîn şerên dîrokê ye, redkirina dîplomasiya veşartî ji aliyê Bolşevîkan ve ku di serê dewleta karkeran de beşdarî muzakereyan bûn, eşkerekirina peymana veşartî ya Rûsyaya Çarî û dev ji wê erdên ku (bi taybetî Tirkiye) bi van peymanên veşartî ji Rûsyayê re hatibûn sozdan, berdan, noteke şoreşgerî ye ku di dîrokê de hatiye nîşandan. Eger dîplomasiya veşartî di şerê cîhanê de hatibe redkirin, dikare di her şerî de bê redkirin. Ev helwest, prensîp û siyaseta çîna karker û bindestan e. Dîplomasiya veşartî; rêbaza burjuvaziyê, kolonyalîstan û emperyalîstan e, em red dikin!

Ne pirsgirêka Kurd hat çareserkirin ne jî têkoşîna karkerên Kurd û cotkarên xizan bê wate bûye! 

Dema ku hêzên desthilatdariyê vê pêvajoyê li bin navê "hewldanên ji bo Tirkiyeyeke bê teror" dinirxînin, ragihandina Ocalan sernavê "Gaziya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" hildigire. Lê belê, ev pênase naveroka rastîn a vê pêvajoyê nîşan nadin. Îdîaya ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye an jî hatiye çareserkirin, ku ji aliyê hêzên desthilatdariyê ve tê gotin, di daxuyaniya ku ji Îmraliyê hatiye kirin de jî bi referansên wek "çareserkirina înkara nasnameyan û pêşveçûnên di azadiya derbirînê de" tê dubarekirin. Ocalan daxuyaniya xwe bi gotina ku ev pêşveçûn dibe sedema bêwatebûna PKKê û helweşandina xwe pêwîst dike dest pê kiriye.

Pirsgirêka Kurd ne tenê bi înkara nasnameyê û azadiya derbirînê ve tê kêmkirin, ne jî înkara nasnameyê bi tevahî qediyaye û ne jî pêşveçûnek di azadiya derbirînê de çêbûye. Tayînkirina qeyûman li şaredariyên, teqîb û binçavkirina berfireh a kesên ku bi awayê yasayî siyasetê dikin, binçavkirina serokê şaredariyê yê Kurd ê ku ji CHPyê hatiye hilbijartin bi îdiaya piştgiriya terorê, hemû ev û gelek tiştên din îfadeyên konkret ên dagirkirina sîstematîk a îradeya siyasî ya gelê Kurd in. Rewşa xizanî û sefaleta kûr a gelê kedkar ê Kurd ku niştecîhên kevnar ê herêmeke ku mala dewlemendiyên mezin e didome. Tevî çi ku di daxuyaniyên ji Îmraliyê de tê gotin jî, nikare bê gotin ku di têkoşîna siyasî, çandî û îdeolojîk a karkerên Kurd, kedkar û cotkarên xizan de li dijî neheqî û newekheviyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de kêmasiya wate heye. Referansa me bertekên bi hezaran kesên ku li Wanê û Diyarbekir li daxuyaniyê guhdarî kirin e, derbirînên bi wate ne ku li ser rûyê wan xuya dikin.

Versiyona nû ya projeya Komara Duyemîn a paşverû ya burjuvaziya kolonyalîst

Çawa ku tespîtên ku bi eşkereyî an jî bi îmayê hatine kirin ku pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin rastiyê nîşan nadin, armanca "Tirkiyeya bê teror" jî armanca rastîn a vê pêvajoyê nîşan nade. Armanca rastîn a ku paşzemîna vê pêvajoyê avakiriye ewe ku burjuvaziya kolonyalîst, di bin himayeya emperyalîzma Rojavayî de, li gorî berjewendiyên xwe yên fireh ku dê kontrolkirina meydanên enerjiyê yên li Iraq û Sûriyeyê jî di nav de bigire, versiyona nû ya projeyê ku wekî "Komara Duyemîn" ketiye dîrokê bixe jiyanê.

Wek ku di biryarên Kongreya 7emîn a Partiya Karkerên Şoreşger de jî bi eşkereyî hatiye diyarkirin, rojeva "Destûra Nû" ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rojevê jî di bin bandora projeya paşverû û fireh a burjuvaziya kolonyalîst de ye. Li aliyekî hemaseta netewperest ku li ser "çar xalên pêşîn ên ku nayên guhertin" hatiye avakirin û li aliyê din jî peyamên ku bi rêya guherandina pênaseya hemwelatîbûnê û xurtkirina rêveberiyên herêmî ji Kurdan re tên dayîn, bi hev re nakeve naqezê û du rûyên heman medalyayê ne. Manevreyên siyasî tên kirin ku AKP, MHP, CHP û Partiya Demê di heman eksendê de ji bo pêkanîna Destûra Nû di nav arîtmetîka parlamentoya heyî de bixin xetê. Em dubare dikin: Ne di Destûra Nû de çareseriya pirsgirêka Kurd heye, ne jî çareseriya tu pirsgirêkên çîna karker, gelê kedkar û bindestan. Dema ku di nav destûra heyî de jî azadiyên fikir û derbirînê, rêxistinbûna sendîkayî, grev, civîn û xwepêşandan, mafê hilbijartin û hilbijartinê ji aliyê rêveberiya otorîter û zordest ve keyfî tên dagirkirin, dema ku karker, kedkar û bi taybetî gelê Kurd ji bo van azadiyan bi bikaranîna mafên xwe yên destûrî yên heyî têdikoşin, havalekirina çareseriya her pirsgirêkê bo nîqaşa Destûra Nû ya farazî manipulasyoneke eşkere ye. Hêvîkirina ku nîqaşa Destûra Nû bi rastî dê pêvajoyeke demokratîkbûn, asayîbûn an jî nermkirinê bîne jî xeyalek xam e. Hêzên desthilatdariyê projeya Komara Duyemîn a paşverû û fireh ferz dikin. Eger Destûra Nû havêjek e, binçavkirin, girtin û qeyûm jî dar in!

Ne hevkariya Tirk-Kurd li dijî gelên din, lê hevgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî emperyalîzm û Siyonîzmê!

Projeya Komara Duyemîn a paşverû ya Turgut Ozal ku dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve wek firsend dît û bi gotina "em ê yek bidin û sê bistînin" di bîran de maye, di rewşa îroyîn de ku emperyalîzma Rojavayî bi taybetî Amerîka û Siyonîzma Îsraîlê herêma Asyaya Rojava (Rojhilata Navîn) kirine cihê agir, dîsa tê pêşkêşkirin. Têgeha "hevgirtina Tirk-Kurd" ku di daxuyaniyên cuda  de bi peyvên cuda  jî be lê her tê dubarekirin, heta ku hevkariyekê di rêya vê projeya paşverû de îfade bike, ji têkoşîna biratî û wekheviya gelan dûr e û li dijî wê ye. Têgeha hevgirtinê, bêyî pirsa "li dijî kê?" nikare wate bigire! Bi tu awayî nikare aliyê pêşverû û mafdar hebe ku ciwanên kedkar û xizan ên Tirk û Kurd di rêya berjewendiyên burjuvaziya kolonyalîst de û di bin himayeya emperyalîzmê de, li hemberî gelên din, nemaze gelên Ereb û Îranê dema ku mijar Asyaya Rojava be, bibin leşkerên maceraperestiyê.

Brian Hughes, Berdevkê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî li Waşîngtonê û Alîkarê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Berpirsê Ragihandina Stratejîk, bi gotina "pêşketinek girîng e û em hêvî dikin ku ev dê bibe alîkar ku em hevalên xwe yên Tirk aram bikin di mijara hevparên Amerîkayê yên têkoşîna li dijî DAIŞê li bakurê rojhilata Sûriyeyê de" kêfxweşiya emperyalîzma Amerîkayê îlan kiriye. Dema ku Ocalan ji PKKê re dibêje "bi dewletê re bibin yek", îstîqameta ku ji bo yekbûnê nîşan dide, hêza herî mezin a NATOyê ya herêmê ye. Ev pêşketin ji aliyê berdevkê emperyalîzma Amerîkayê ve bi armanca ku PYD bi Amerîkayê re bibe yek re paralel tê pîrozkirin. Em li Asyaya Rojava ji hevgirtina Tirk û Kurdan re erê dibêjin. Lê em dixwazin ku ev hevgirtin hemû gelên herêmê, bi taybetî gelên Ereb û Îranê bêyî cuda kirina nîjad, dîn û mezheb, di nav xwe de bigire, û li dijî emperyalîzma Amerîkayê ku li herêmê bûye belaya serê gelan, emperyalîstên Ewrûpayê bi taybetî Îngilîstan, Fransa û Elmanya û baregeha wan a pêşîn li herêmê Siyonîzma terorîst û jenosîdker a Îsraîlê be.

Bi her navî dibe bila bibe, reşkirina sosyalîzmê tenê dibe alîkarê pakkirina emperyalîzma kapîtalîst û kolonyalîzmê

Em nikarin çav li vê bigirin ku digel ku Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje "ez berpirsiyariyê digrim ser xwe", di rastiyê de, bi nêzîkatiyeke derveyî dîrokê hewl dide ku berpirsiyariyê bi navê "hilweşîna sosyalîzma reel" bispêre sosyalîzmê. Ev helwest, dirêjahiya têkoşîna Ocalan e ku çarîkek sedsalî ye bi argûmentên post-modernîst, çep-lîberal, lîberal-anarşîst ku tu taybetmendiyek cuda  ji Marksîzmê re nahewîne. Hilweşîna tiştê ku jê re "sosyalîzma reel" tê gotin, lê belê yê ku em bi nêzîkatiya termînolojîk a rast wekî "dewletên karkeran ên ku bi awayê bîrokratîk xerab bûne" bi nav dikin, nebû sedema redkirina Marksîzmê. Berevajî, rastiya xwe û ya ku têkoşîna şoreşgerî dikare tenê bi awayê ku li ser asta cîhanê bê meşandin dê serketina xwe misoger bike îspat kiriye. Me vê rastiyê bi argûmentên xwe yên zanistî gelek caran îspat kiriye, em her tim amade ne ku vê nîqaşê bikin. Bêyî ku hewce be ku em kûr bikevin nîqaşeke teorîk, bi awayê herî sade û zelal tiştê ku em ê bibêjin eve: Di 35 salên ku dewletên ku jê re "sosyalîzma reel" tê gotin tuneye de, li cihê ku em bi derew û gotinên vala yên wekî "nîzama nû ya cîhanê", "dawiya dîrokê", "globalîzasyon" gihîştinê, kapîtalîzma cîhanê di nav depresyoneke mezin de digevize û barbariya emperyalîst cîhan aniye ber lêva Şerê Cîhanî yê Sêyemîn. Li hemberî vê rastiyê, yê ku heq dike ku li ser kursiya sûcdariyê rûnê kapîtalîzma emperyalîst e! Em tu carî qebûl nakin ku mirov berê xwe ji vê rastiya eşkere bide aliyekî û sûc û berpirsiyariyê bi her navî ku dibe bila bibe bispêre sosyalîzmê.

Gaziya ku ji sedsal û demanan derbas dibe: Karkerên hemû welatan û gelên bindest bibin yek!

Dema ku hûn bi sûcdarkirin a sosyalîzmê carekê deriyên xwe ji îdeolojiya paşverû ya burjuva re vekin, ku dibêje civaka kapîtalîst a kedmêjî ebedî ye, hûn dikarin bigihîjin wê encamê ku têkiliyên neteweyî yên zordestiyê û bindestiyê jî ebedî ne. Gava ku Ocalan dibêje "Dewlet-netewe, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî, nikarin bersiva sosyolojiya civaka dîrokî bidin", diyar nake ku divê bersiv çi be ku ev balkêş e û bi nêzîkatiya wî ya ku îma dike ku pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin re li hev dike. Di hawîrdorekê de ku pirsgirêk tê înkarkirin, çareserî tê redkirin, siyaset valahiyê qebûl nake. Valahiya ku tê hiştin dê bi çareseriyên sexte yên Osmaniya Nû, mezhebparêz ên burjuvaziya kolonyalîst di bin himayeya emperyalîzma Amerîkayê de were tijîkirin. Ev çareseriyên sexte bi polîtîkayên stratejîk ên Îsraîla jenosîdker re jî li hev dikin. Ev polîtîka ku du rûyên heman medalyayê ne, li aliyekî jenosîda bi destê artêşa terorîst a Îsraîlê li Xezeyê, li aliyê din jî paqijkirina etnîkî û mezhebî û qetlîama li cihên ku rêxistinên tekfîrî û mezhebparêz li Sûriyeyê ketin, tînin rojevê.

Em wekî Marksîstên şoreşger li rêbaza sosyalîzma zanistî sadiq dimînin û prensîba mafê teqrîrkirina çarenivîsê ya netewan a Lenîn dişopînin. Em vê pêvajoya ku em tê de ne jî bi vê perspektîfê dinirxînin. Di şûna hevdîtinên dîplomatîk ên veşartî, çareseriya sexte ya ku ji elekeke diyar derbas dibe û tê dizandin, çareseriya rastîn em di paqijkirina Asyaya Rojava ji baregehên emperyalîst û leşkeran, ji dewleta korsan a Îsraîlê, Federasyona Sosyalîst a Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur ku hemû gel li ser erdên ku lê dijîn, dûr ji tahakuma kolonyalîst, dikarin bi wekhevî û azadî bijîn de dibînin. Berevajî hemû waazên hegemonya post-modernîst, doza mezin a ku mirovahiyê dê jê re têbikoşe ji bo cîhanekê ku tê de xulamtiya mirovan ji mirovan re qediyaye, sömüra çînî tune ye, wekheviya temam a netew û zimanan tê jiyîn, tu carî dê naqede. Dirûşma Înternasyonala Komunîst a ku li sedsala 20em jî mohra xwe xistiye, di sedsala 21em de jî rêya rizgariyê nîşan dide: Karkerên hemû welatan û gelên bindest bibin yek!

Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Şoreşger

3ê Adarê 2025