Akdeniz: Dünya devriminin yeni havzası!

The Mediterranean: new basin of world revolution!

البحر الأبيض: الحوض الجديد للثورة العالمية

مدیترانه: حوزه جدید انقلاب جهانی

Il Mediterraneo: nuovo bacino della rivoluzione mondiale!

Μεσόγειος: Νέα λεκάνη της παγκόσμιας επανάστασης!

Derya Sıpî: Deşta nû a şoreşa cihânê

Միջերկրական ծով: նոր ավազանում համաշխարհային հեղափոխության.

El Mediterráneo: Nueva cuenca de la revolución mundial!

La Méditerranée: nouveau bassin la révolution mondiale!

Mediterrâneo: bacia nova da revolução mundial!

Danezana Partiya Karkerên Şoreşger: Rizgarkirina Girê Spî (Tel Abyad), berxwedana gelê Kurd û rista emperyalîzmê ya paşverû

Komîteya Navend ya Partiya Karkerên Şoreşger, di civîna xwe ya 21 Pûşpera (Hezîran) 2015an de, danezana ku li ser ‘ji destê DAIŞê derketina Girê Spî û ketina destê PYD/YPGê’ ye hatiye pejirandin. Piştî ku ev danezan hat pejirandin 25ê Pûşpera 2015an roja Pêncşemê, di dema paşîvan de DAIŞ êrîşî Kobanê kir. Yên ku Kurdan kafir dihesibînin û hikûmeta AKP diyar e ku bi çavên xirab berê xwe dane Rojava. Aliyê xweser yê vê bûyerê, bi dehan kesên sivîl hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn û tê gotin ku, îhtîmal e ev êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatibe. Her wisa, dibe ku, ji bo ku hukûmeta AKPê bi awayê leşkerî mudaxeleya nava Sûriyeyê bike bûyerên bi vî rengî ji xwe re dike sedem. Roj bi roj vê armanca wan dertê meydanê. Di danezana jêrê de jî diyar dibe; ji bo gelên herêmê wekî pêşketineke erênî ye ku Kantona Kobanê û ya Cizîrê gihaşt hev û ev pêşketin dibe ku bi xwe re gihaştina hev a Kantona Kobanê û ya Efrînê jî bîne. Ji aliyê hikûmeta AKPê ve ev metirsî heye. Ji bo ku ev pêk neyê hikûmeta AKPê çav berdaye Kaniya Xezalan (Cerablus). Ev jî roj bi roj diyar dibe. Em daxuyaniya xwe ya 21ê Pûşperê diweşînin.

YPG û Burqan El Firata ku bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve girêdayî ye, bajaroka Girê Spî ku li hember Akçakaleyê ye ji destê DAIŞê derxistin. Bi operasyona her du hêzan û bi piştgiriya bombebarandina hêzên koalîsyonê ya ku pêşevaniya wê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) dike rizgarkirina Girê Spî pêk hat. Piştî ku Girê Spî ji destê DAIŞê hate derxistin, PYD kantona Kobanê û ya Cizîrê gihand hev û gaveke stratejîk pêş de çû. Her wisa DAIŞ jî mewziya xwe ya girîng, ya navenda DAIŞê ku Rakka ye û sînorê Tirkiyeyê wenda kir.

Binketina DAIŞê bidestxistin e

Bêguman, binketina DAIŞê ji bo herêmê pêşketineke erênî ye. Di vê pêşketinê de YPG risteke sereke lîstiye. Hem ASA hem jî DYA ji bo ku vê rista pêşketinê ji gelê Kurd re nebe mal di vê pêşketinê de cî girtine. Rewş vê yekê nîşan dide. YPG wekî Barzanî rasterast radestî DYAyê nebûye. Hêzeke ku xwe radestî DYAyê bike nîn e. Wekî ASAyê bi hevpariya DYA û Tirkiyeyê nehatiye perwerdekirin û nehatiye çekdarkirin. Ango YPGyî wekî ASAyiyan leşkerên bi peran yên emperyalîzmê nîn in. YPG di rizgarkirina Kobanê û Girê Spî de rista sereke anî cî û ji ber vê yekê ev serkeftin xwedî karaktereke pêşverû ye. Ji lew re PYD û YPG bi parastina niştimana xwe dibin reng û dengê tekoşîna siyasî jî.

Gelê Kurd Berxwedan divê

DYA û Tirkiye berê jî dixwestin Kobanê bixin bin bandora Barzaniyan û ASAyê. Ji bo ku ev pêk bê demeke dirêj dorpêçkirina DAIŞê ya li ser Kobanê temaşe kirin û piştgirî dan çeteyên mezhebî. Jixwe Tirkiye piştgirî dida DAIŞê. DYA jî li bendê bu ku PYD û YPG lawaz bibin û herêmê bi Barzanî û ASAyê rizgar bike. Civîna Duhokê ji bo vê yekê pêk bê bû. Lê ji ber ku berxwedana bingehîn ji nava dilê Gelê Kurd derket peymana Duhokê encamên cidî bi xwe re neanî. Kurt û Kurmancî li Kobanê gelê Kurd li ber xwe da û bi bin neket. Her kes vê rastiyê dîtin ku, bi leşkerên peretî û çeteyên hevpar serkeftinên leşkerî bi dest neketin; gelê Kurd ji nava xwe şervan û mêrxasên hêja derxistin û bi şerê parastina niştimanî ev serkeftin pêk hat. Di encama vê de ev der nebûya herêma Barzanî. Dê Girê Spî jî wisa nebe. Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest wiha digot; “Ev dide nîşandan ku, dema em dest bi operasyona hewayî bikin, ku li bejayiyê şervanên bikêr û serkeftî hebin piştgiriya me ya hewayî digihîje encamekî û li hember DAIŞê pêşketinên girîng pêk tên.” Bi van gotinên xwe Earnest vê yekê piştrast dike û DYA mecbûr maye ku her çi qas nikaribiye hêzekê kontrol bike jî dîsa piştgiriyê dayê.

Gihandina hev a kantonan projeya DYAyê nîn e

Li gorî ku rojnameya Hurriyetê kiriye nûçe; serokkamarî, serokwezîrî û Hêzên Çekdar yên Tirkiyê (TSK) heman tiştî difikirin, ku ew jî; dengnekirina li hember serkeftinên PYD/YPG yên li ember DAIŞê û piştgiriya Koalîsyonê ya ji bo vê tevgerê ji bo wan nabe sedemên berteknîşandanê. Lê dema ku PYD li herêmê Kantonan îlan kir ev dibe sebebê nerazîbûnê. Ango ji bo Tirkiyê jî ji bikarînan PYD/YPGê wêdetir, serkeftina wan a leşkerî bi Tirkiyeyê daye pejirandin. Ango Tirkiye li hember van serkeftinên leşkerî mecbûr maye ku PYD û YPGê bipejirîne. Tirkiye li hember rastiya ‘YPGê ya ku hêza tekane ye li hember DAIŞê’ nikare xwe vir de û wê de bide. Piştî ku Girê Spî hat rizgarkirin, niha Tirkiye dixwaze kartê xwe yê Tirkmenan bi kar bîne û pêşî li PYDê bibire. Tirkiye dixwaze ‘cudahiya etnîkî ya Tirkmenan ji xwe re bike sedem û bandora xwe ya li herêmê zêde bike. Di çapemeniyê de hin nûçe diyar dikin ku, DYAyê jî li gorî nêzikahiya Tirkiyeyê PYDê hişyar kiriye. Lê di polîtîkayên PYDê de qet jî paqijkirina etnîkî tune ye. Gihandina hev a Kantonan ji projeyeke siyasî ya nêzîk wêdetir, divêtiyeke leşkerî ye. Bi tenê ne Tirkiye, DYA jî naxwaze PYD bi giştî bibe serwer. Ango, mirov nikare bibêje, korîdora Kurdan heye û ev bi destê PYD-PKKê ve hatiye berdan. Gihandina hev ya Kantonan wekî bijareyeke li ser masê ye. Bi israr beşdarkirina ASAyê, teqez li gel PYD û YPGê xwe nîşandana wê vê yekê nîşanî me dide; ne Tirkiye û ne jî DYA naxwaze vê derê veguhere Korîdora Kurdan. Ji ber vê jî rizgarkirina Girê Spî ne karê DYAyê ye, bi operasyona DYAyê ve nayê girêdan. Tekoşîna gelê Kurd ya li hemberî DAIŞê tu caran ew ê neyê biçûkkirin.

Rista emperyalîzma DYAyê wekî teferuat nayê dîtin

Ji aliyê din ve pêvajoya ji Kobanê heta Girê Spî rista DYAyê wekî teferuat nayê dîtin. Bombebarandina DYAyê ji aliyê leşkerî ve rista diyarker digire. Bi taybetî ji bo ku ji navenda DAIŞê Rakkayê alîkariya leşkerî negihîje Girê Spî DYA bi bombebarandina leşkerî faktora bingehîn e. Bombebarandina DYAyê li Kobanê ji bo ku ba bi aliyê serkeftina berxwedanê ve biheşe bandorker e. Me got, PYD û YPG wekî Barzanî bi tevahî ne di bin kontrola DYAyê de ne û wekî ASAyê ne leşkerê peretî yê DYAyê ne. Lê ev nayê wê wateyê ku di navbera DYA û PYD/YPGê de têkilî tune ye. Di dema berxwedana Kobanê de berdevkê YPGê Polat Can gotibû; “di nava fermandariya navend ya Koalîsyonê ku ev navend li DYA ye, de nûnerên me hene.” Tê zanîn ku ji bo bombebarandinê li bejahiyê hêzên YPG bi fermandariya navend, hêzên Amerîkayê re bi koordîne dixebitîn. Ev peyv yên Polat Can in; “Belê niha em bi hêzên kooalîsyonê yên navnetewî re tevdigerin. Hem ji aliyê îstîxbarî ve, hem ji aliyê leşkerî ve û hem jî ji aliyê êrîşên hewayî ve em rasterast bi hev re kar dikin.” Ev hevkarî niha bi awayî erênî xuya bibe jî, lê dibe ku sibê ev hevkarî ji bo herêmê felaketê bi xwe re bîne.

Li Rojhilata Navîn, hêzên azadîxwaz zû dereng îlla dê bi DYA û Îsraîlê re şer bikin

Îro pêwistiya DYAyê bi şervanên mêrxas heye. Lê ji bo ku van şervanên mêrxas wekî leşkerên bi peretî bixe bin baskê xwe çi ji destê wê tê dike. Îro, DYA bi piştgiriya hewayî pêşî li YPGê vedike, sibê ji bo ku YPGê bixe bin baskê xwe ew ê senaryoyên xwînî têxe dewrê. Ev senaryo dibe ku leşkerên bi peretî yên ASAyî li hember YPGê bide şerkirin, dibe ku rê li mudaxeleya artêşa Tirkiyeyê veke ku bikeve herêmê, dibe ku çavê xwe li hember êrîşên Eniya Nusretê bigire, dibe ku rê li ber êrîşên nû yê DAIŞê vebike. DYA ji bo ku bibêje; “Ez nebim tu nikarî li vir bijî!” û vê fikrê bide rûniştandin çi ji destê wê bê ew ê bike. Em dixwazin vê yekê bi bîr bixin ku; Emperyalîzma Amerîkayê ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze, tu rêzik û rêgezên pêşketî û demokratîk nas nake, û ew ê nas neke. Li Rojhilata Navîn, hêzên azadîxwaz zû dereng îlla dê bi DYA û Îsraîlê re şer bikin. PYD jî tê de her kes divê ku li gorî vê yekê planên xwe saz bikin. Partiya Karkerên Şoreşger, beriya “Pêvajoya Çareseriy” û avabûna Rojava gotibû; “Bi Kurdan re aşitî, bi DYAyê re şer!” Ev dirûşm hê jî di mercên Rojhilata Navîn de derbasdar e.

Riya ku bi DYA û Îsraîlê re be, ew rê xwişk û biratiya gelan xurt nake, neyartiyê xurt dike

Dema ku mirov bi awayekî teng li pêşketinên Rojhilata Navîn binêre, mirov li hember polîtîkayên DYAyê û polîtîkayên hêzên kedxwar yên herêmê lawaz dimîne. Hevkariya bi DYAyê re, li hember DAIŞê hevkariya bi ASAyê re ye. Ev jî ew ê bi xwe re li Rojhilata Navîn neyartiya li hember Elewî û Şiiyan tîne. Hevkariya Barzanî ya bi DYAyê re bi salan wekî xilasiya Kurdan hate dîtin. Lê ev polîtîka bu sedem ku Sunniyên Iraqê bi DAIŞê re hevkarî bikin û êrîşê Kurd û Erebê Şiî bikin. Hevkariya Barzanî ya bi DYAyê re, komareke xweser da, lê Amerîka Iraqê dagir kir û milyonek iraqî jiyana xwe ji dest dan. Piştî dagirkirina Amerîka neyartiya navbera Kurd û Ereban de kûrtir bû. Niha bi alîkariya milîsên Şiî li Iraqê herêmên ku ketine destê DAIŞê dîsa têne bidestxistin û ji DAIŞê tê paqijkirin. Rêxistina mezhebî û tekfîrî paşve diçe, lê di dema dirêj de mezhebî kûrtir dibe. Meşa bi DYA û Îsraîla Siyonîst re, riya bi wan re, korîdor û herêma tampon ya ku bi wan re bê çêkirin ji bo gelan dibe riya nevegerê, dibe qetlîma û dibe şer û pevçûn.

Partiya Karkerên Şoreşger, li ser rastiya ku Rojava ji bo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn mewziyeke girîng e, silavê li rizgarkirina Girê Spî ji deste DAIŞê û gihandina ev ya Kobanê û Cizîrê dike û li hemû gelên herêmê û tevgerên wan ên şoreşeger û pêşverû bang dike ku piştgiriyê bidin rizgariya gelê Kurd û balê dikişîne ser vê yekê; dema ku gelê Kurd bi tenê bê hiştin û muhtacê alîkariya DYA û Îsraîlê be ew ê encamên paşverû bi xwe re bîne.

Komîteya Navend ya Partiya Karkerên Şoreşger

21 Pûşper 2015